Bi pêlên teqînê ya şerekî,
Kaş berkaşî bajarekî biyanî bûm,
ez darek im ku rih rîşalên min jî erdê hatin derxistin,
niha hêdî hêdî genî dibin di guldankekê de.

Hêvî ew e ku rojekê cardin li welatê xwe bêm çandin,
Lê çima li vê derê me, li vî welatê biyanî?

Qey dibe ku ji bo ba şaxên me bîne cem hevdu,
Û dareke nû ye peyda bibe?
Ez çawa dikarim vegerim malê,
Heke min hê jî hîç ezmûn nekiribe ajdan?