Xanîyekî çarqat î almanan. Li Berlîn-Charlottenburgê xanîyekî ji dewra Wilhelm maye. Li qatê duyem, daîreyeke du odeyî ya bê asansor. Me hîç zehmetiyek nekişand dema me mala xwe koçî vê derê kir ji ber ku tevahiya eşyayên me çend cot sol û hindek kinc bûn ku ew jî ew Berlînîyê em digel mabûn bi nazikî dabû me. Her weha wî pêşgîr û eşyayên mutfaqê jî dane me. Taybetmendiya daîreyê ew e ku bi serbana wê heya sê mêtroyan bilind dibe û ev yek malê zehf fireh xuya dike.Lewma jî tu lembeyek pê danaliqe, ji ber ku hewceya me bi pêlekaneke zehf bilind heye.
Li goşeyekî dûr î oda razanê sobeyek heye ku çînîyên wê şîneke vekirî ye. Dema ez zarok bûm li dîwarên serşoka me heman fayans hebûn.Firina li mala dê-bavê min jî dîsa ev şînê kubar î vekirî bû. Wekhevî li vê derê xelas dibin.
Dema min pişta xwe da jiyana bê endîşe ya li mala bê-bavê xwe ez hê 15 salî bûm. Paşê wargehên xwendekaran û odeyên digel malbatan ketin jiyana min. Piştî demekê ez veqetiyam û min ji bona xwe daîreyeke du odeyî ya zemîn kirê kir. Dîwarên daîreya me ya nû stûr bûn, zemînê wê dar bû, ne wekî gelek xanîyên din ên dewra Sovyetê mişembe yan jî lamînant bû.
Yanê me yê şevan xişe-xişa oda razanê ya cînarên xwe nebihîsta. Û hewce nake ku hûn endîşe bikin heke di dema nêzikbûn an jî windakirina kontrolê de hûn bi xwe re negirin û biqîrin. Heke pencere girtî bin, cînar tu carî te nabihîzin.
Ez berê xwe didime mutfaqê da ku sêvek û porteqalekî hûr bikim. Ji bona ku rengê wan gewr nebe, hema beriya hatina wî wan hûr dikim. Ji dolaba mutfaqê kêreke mezin a tûj hildidim. Bi vê kêrê dikarim porteqalê gilover wekî nîvê hîvê hûr bikim. Cara dawîn wî ev kêra ji bona min anîbû. Gava min şîv amade dikir, wî xwest ku alîkariya min bike lê bi tenê kêreke min a biçûk hebû. Lewma jî ew cara din bi gelek kêran derket û hat.
Xanîyê em lê dijîn, teqes ji şerê cihanê yî duyem sax filîtî ye. Li gor dîrokzanan piştî şerê 1945an li Berlînê bi tenê ji sedî yanzdeh xanî tevde hilweşiyan, ji sedî heşt bi giranî wêran bûn, ji sedî deh baş hatin cebirandin û sedî heftêyê mayî jixwe sax û silamet ma.
Zehmet nîn e ku meriv texmîn bike gelo berê kî li vir dijiya. Dibe ku sûbayekî Wehrmachtê ku hatibû şandin ji bo Ukranyaya Sovyetê li vê derê jîyabû? An jî dayikeke bî ya tenê ku lawê çû bû şer û careke din venegeriya bû? Dibe ku wê dayikê heya ku quweta wê destûr dabe, darên şewatê xwe hûr kirine û birinê sobê? Dibe ku cotekî bê zarok li vê derê dijiya?
Li Ûkranyayê qenceyeke li serbana oda razanê nîşaneya wê yekê ye ku wê malê de zarok hatine mezinkirin ji ber ku dergûş davêtin vê qenceyê.
Dergûş rasterast li kêleka cihê dê-bavan disekinî û gava şevê zarok digirîya, dê-bavan dikaribûn bêyî ku ji nava nivînan derkevin dikaribûn zarok hildana hembêza xwe. Gelo berê van dergûşên bi heweng van deran jî mode bûn?
Ev bara li serê sûkê gelo ji kinyê ve li wê derê ye? Erich Maria Remarque ku herfên navê wî xanîyekî 200 metro dûr dinexişîne jî gelo carcaran hatiye çûye van deran? Wî pirtûka “Ji Rojava Nûçeyeke Nû Tunne” nivîsandiye. Ji xeta bakûr, ew cihê ku beriya em jê birevin em 53 rojan lê mabûn, wan rojên ku Çernihîv dihate bombebarankirin, gelek nûçe hebûn. Artêşa Rûsan dixwast ku Çernihîvê dorpêç bike û ji wir re berê xwe bide Kîevê. Lihevxistinên giran pênc hefteyan berdevam kir lê artêşa rûsan nikaribû Çernihîvê zeft bike. Piştî gelek lihevxistinan, meha nîsanê artêşa Rûsan paşve kişiya. Li gorî texmînên rêveberiya leşkerî 500 mirovên sivîl hate kuştin û ji 1500 zêdetir sivîl birîndar bûne. Di pêvajoya dagirê de binesaziya krîtîk ya sivîl bi gelemperî wêran bû, li hindek gundan ji sedî 60-70yê xanîyan hilweşiyan.
Dibe ku niştecihên cihû payiza 1938an de neçar mabûn ku terka vî xanîyî bidin? Li ber dêrî gelek Kevirênşewişînê hene. Tevahiya malbatan hatine kuştin.
Jixwe Charlottenburg herema sektora fransizan bû, lewma jî dibe ku fransiz dijiyan li vê derê.
Îxtimaleke mezin ew e ku xwediyên pêşîn yên vî xanîyî zêde dewlemend nîn bûn. Mutfaq pir piçûk e, balkon tunne, kuwet tunne, serban nehatiye sewax kirin, mîna malên din ên vê taxê odeya xizmetkaran tunne.
Piştî ku sebze hûr dikim, germayiya gratînê tesele dikim û derbasî odeya rûniştinê dibim. Li wê derê têla kincan li ber çavên min dikeve. Kinc ji zû ve zîwa bûne, wan êdî dikarim bikim dolabê. Pêşiyê min kincên xwe li ser radyatora piçûk ya oda razanê zîwa dikirin û rûyên nivînan jî davêtin li ser derîyan. Meriv nikare şevekî de her tiştî baş kîfş bike. Dema ez bi agir alafê pênc rojan nexweş ketim, ew piştî kar hate seriyek da me.
Ji bo min xwarin û derman anîn, feraq şûştin, keça min bir parkê gerand û alîkariya keça min kir da ku ew dersên malê çê bike. Carekî xatirê xwe ji me xwast û çû lê piştî 10 xulekan cardin derî lê ket.
Dema min derî ve kir destê wî de ev têla kincan bi rûyekî geş li ber min disekinî: “Yekî ev daniye li sûkê, min ji bo we hilda hanî. Heya we yeke nû peyda kir wê karê we bibîne“ bi kubarî wiha got.
Ez dixwazim ev têla kince heta hetayê kêrî me bê. Naxwazim yeke nû peyda bikim. Ji bo ku vê diyariyê bide me, ji rêya xwe vegeriya bû û nikaribû bigihêje trena xwe.
Diçim odeya razanê û hinekî parfûmê li xwe direşînim. Paşê awirekê davêjim neynikê û porê xwe dûz dikim. Diçim aliyekî pencerê ve dikim. Pencereyên daîreya me ya Berlînê li hewşa aliyê hindur dinêr in, lê hewş wisa piçûk e ku cih tunne zarok lê bilîzin. Lewma jî ev der wisa bêdeng e ku merin bihîze, dema çivîkek ji şaxekî ra dibe û daydine li ser şaxê din. Pencereya oda razanê lap li hemberî deriyê hewşê ye. Li Berlînê xanî wekî Ukranyayê wekî blok nayên avakirin, mîna giloverekê li dora hewşê tên avakirin. Ez bawer dikim ku hinek aliyên vê yên xweş hene. Bo nimûne meriv dikare cînarên xwe nas bike. Divê ez ji bîr nekim û pencereyan bigirim da ku dema ew min hil dide milên xwe û tîne li ser cih, dengê me cînaran aciz neke.
Tê ji bîra min ku li Ukranyayê, ji bo me tehliye bikin, ji bodrûma dibistanê heya malê çawa bi lez û bez çûbûm. Hefteya duyemîn bû ku artêşa Rûsan êrîşî parastina bajêr dikir. Her çi qasî cihê me her di bin bombebaranê de bû û xetereya birîndar bûnê hebû, mêrikekî li ber dêrî nobet digirt.
Wî xwast ku ez îzbat bikim ku ez li wir dijîm, nakevim hindur da ku tiştekê bidizim û heya ne endama tîma Rûsan ya sabotajê me. Wî dixwast paseporta min bibîne. Min got xwêde neletê lê bibîne, dema min tunne ku dêrs bikim, yan fûzeyeke min bikeve yan jî keça min e bimire di bodruma dibistanê de – lê ez neçarim ku niha tiştekî îzbat bikim vî kesî nenas. Min got “Û tu kî yî? Dibe ku tu dixwazî min rehîn bigirî. Dibe ku tu Rûs î, dixwazî têkevi mala min, tiştekî bidizî an jî xwarina min bixwî?” Lê kincên wî yên sivîl re xuya dibû ku ne Rûs e. Navê xwe û nimra daîreya xwe ji min re got. Min jî ji bêrika xwe kilîda malê derxist, nîşan da û got: wek îzbat divê ev têr bike, yanê ez nikarim hilperikim dîwaran û têkevim malê. Daîreya min qatê yekem ya xanîyeke pênc qat bû. Asansor tunne bû. Min hîç pêlekan bikar nehanî bûn. Li ber malê parkek jî tunne bû ku ez keça xwe bibim da ku bilîze lewma jî van sê salên dawîn ên em li vê derê dijiyan min firsend nedîtibû ku cînarên xwe nas bikim. Ber’eqsî vê yekê, li Berlînê hê roja yekem pê ve min hemû cînaran re hevaltî danî. Min got; meriv tu carî nikare texmîn bike.
Li jêrzemîna em lê diman 200 kes hebûn, lê min tu kesek nas nedikir ku bi keça min xwedê derkeve heya ku ez vegerim. Heke li Berlînê şer destpê bikira, em hemû neçar bimana ku di heman jêrzemînê de bimînîn, hîç nebe wê kesek hebûya ku keça min xwedî derketa. Li vî xanîyî tekane Ukranî ez im. Lewma jî cînarên min derheqa rabûn-rûniştin, kesayet û jiyana Ûkraniyan de min wekî nimûne digirin, ji ber ku beriya vê yekê tu kesek ji me nas nekirine. Dibe ku berê Rûs û Ûkranî ji hevdu dernedixistin.
Bi awayekî bixiyalî xwe didime li ber pencerê, li aliyê dêrî temaşe dikim da ku hatina wî bibînim û dêrî ji bo wî ve bikim. Naxwazim bi tenê xulekeke hevdudîtina me dêrs bikim. Beriyê serî wî yî mîna serê qalîşkan dibînim ku serê xwe xar dike da ku ji hewşê re bikeve hindur. Mîna çawa ku xelekên porê wî, rojeke vekirî wisa bi hêsanî dilivin. Dema baran dibare jî ew xelekan mîna ewrên serê sibê şeklekî diyar û sext hildide. Çenteyekî piştan lê ye. Qaloreke mendîlan xûya dike. Gelo îcar kîjan kûlîlk bi xwe re anîne? Ax, hîç xem nake, jixwe her kûlîlkên wisa hildibijêre ku bêhna malên min ên berê jê tên.
Derheqa Ûkranyayê de gelek tiştan dizane, heya dema zarok bûye carekî serdana bajarê min jî kiriye. Niha, li daîreya min a demborî ya li Berlînê, kûlîlkên ku ew ê bide min wê wekî fayansên li ser sobê mala min bibînin ji bîra min, dibe ku wê bibim heman kûlîlkên li ber deriyê mala dîya min.
Zengila dêrî lê dikeve. Dêrî ve dikim û xwe davêjim hembêza wî, mîna çawa ku di hembêza wî de mezin dibim. Ez dibime lavlavkeke cîwan û kesk a xwe berdide li dîwarê maleke gewr ya almanan. Ez çavên xwe digirim û nefesa xwe hildigirim da ku bikaribim bedena wî baştir bêhn bikim. Bêhna aramiyê têç Bêhna malê tê. Dema ew li cem min e, ez xwe li malê hest dikim.