Nadiia Kulish (1987) rojnamevan û nivîskareke Ukraynî ye ku ji Adara 2022an ve wek penabera şer li Berlînê dijî. Berî ku ji welatê xwe koçber bibe, wê bi salan ji bo saziya weşangeriya giştî ya Ukraynayê (Suspilne Ukraine), di nav de ji bo televîzyon û radyoya Ukraynayê, xebitî. Piştî ku gihîşt Berlînê, wê xebata xwe ya rojnamegeriyê domand û ji nav yên din ji bo “Der Tagesspiegel” nivîsî.bi çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê re, Nadiia dema xwe dide projeyên wêjeyî yên afirîner: ew helbest û kurteçîrokan dinivîse û heta niha berhevokeke helbestan bi Elmanî weşandiye.Di nivîsên xwe yên wêjeyî de, ew serpêhatiyên kûr ên jidestdanê, sirgûnê û ji nû ve avakirina dijwar a cîhaneke navxweyî li welatekî biyanî vedikole. Nivîsên wê di xwendin û çalakiyên wêjeyî de hatine pêşkêşkirin û beşek ji weşanên bi zimanê Elmanî ne ku tê de ew wekî nivîskar û hev-nivîskar tê temsîlkirin.