Rawestgeha trênê, zarok, şorbeya belaş, pêlîstokên zarokan,
axaftinên di bilindgoyê de, mirovên bi êlekên zer.

Dayê, em dê li vê derê bimînin?
Li vê derê nanê Kiyevê heye?
Em çi bêjin ji bo ku ew me fahm bikin?

Rûkenî, çavên xwîngerm yên mirovên biyanî
Wagonên tijî êş, kul, şer.
Min dixwest wan li ser rêyên trênê bihêlim, lê ew dev ji min bernadin.

Û pişt re ew lewhe: Heger tu bixwazî li Berlinê bimînî, bi aliyê çepê ve here.
Bersiva wê heta îro jî nizanim.