Dem. Cih. Dem. Şev.
Xal.Der.Rekêşa rûber.
Rûberê avê.Henase hilde.
Ez diçim. Kolan. U-bahn. Zanko.
Wane. Peyv. Kursîyên sar.
U-Bahn.Kolan. Xew.
Xew gazî dike. Xew hembêz dike.
Êdî xew namîne. Çay hembêz dike.
Hişyar dibim. Roj diçe ava.
Bi bayê dorpêçbûyî. Ba li derve.
Ez rê dizanim. Ez heremê nizanim.
Bes rêyek di nexşeya jîrfonê de;
Kolan, U-bahn, Zanko, U-Bahn, Kolan, Xew.
Fikr û raman di sêrî de. Ez ketim dikanê.
Xwarin kirîn. Fikr û raman li pey xwe hîştin.
Min xurek ji bo bedena xwe kirî.
Her tişt li pey xwe hîşt, her çi hindurê min de hebe.
Xew. Nas. Rûberê avê.
Silaveke kurt, û ez divê tiştekê îtiraf bikim.
Ez êdî hişyar nabim. Tunne êdî rêyek.
Û tav nayê dîtin ji vê kûrayiyê re xuya nake.
2024 | Mariia Kaziun | Ukraniya