Du cureyên evînê
Tu dizanî evîn çi ye?
Na, ne Koçhannya, evîn xwîna sor a di navbera mirovan de ye,
Dilê ku pê nikarim û bedena ku bi lez û bez diçe
Deçe ba wî yê ku ronahîya te ye.
Tu dizanî Lubov çi ye, evîna welatî?
Cihê ku tu lê ji dayik bûyî û mezin bûyî ,
Li ciyê ku her zarok tovên azadiyê, heqîqetê û baweriyê di xwe de dihewîne,
û ciyê ku çivîkeke spî baskên xwe vedike?
Tu qet derketî çolê,
Ber bi daristanê ve, ber bi çem, ber bi çiyayên bilind ve,
û te xwe qet serketî, bênefes hîs kiriye,
Ji ber ku li ser rûyê cîhanê cihekî din weke vê derê tune ye?
Te qet bayê xurt û naskirî hîs kiriye
bi bêhna biharat û kulîlkên biharê?
Tu qet rawestiyayî û li benda wî sekiniyî
Û te ji xwe pirs kiriye, ka gelo dikarî careke din vê bêhnê hildî?
Ev Lubov e, evîna welatî e,
hezkirina erd û rojê, ya ku di bin wê de
Zarokên biçûk û hêzeke mezin, mezin dibin,
Em ji vê re dibêjin evîna ji bo Ukraynayê.