ji bakurê Kurdistanê ye, bi fermî li Tirkiyê. Ji ber sedem siyasî ew di temeneke biçûk de hate binçavkirin û gelek salan di zindanê de ma. Wê beşa dîroka hunerê xwendiye û ji bo demeke kurt weke arkeolog kar kiriye. Leyla ji mêj ve hez ji wêjeyê dike û wê di pêşbirka kurteçîrokan ya Stenbolê de ciyê duyemin girt. Digel tevlîbûna grubên şanoyê, wê bixwe dest pê kir senaryoyên şanoyê bi kurdî û tirkî binivise. Herwiha wê kurtefîlm û dokumenter jî kişandine. Ji ber sedemen siyasî kariyera wê hate astengkirin û planên wê nîvco man. Ew dixwaze senaryoyên xwe yên şano li Berlînê berdewam binivîse-grubeke şanoyê ji bo leystinê ji aliyê wê ve hatiye avakirin jî. Leyla ji sala 2023 ve li Berlinê dijî. Ew li kampa penaberan dijî. Serlêdana wê ya mafê penaberîyê hîn nehatiye qedandin.
Leyla Akyildiz
Tirkiye