Ez penaberê vê cîhanê me
Cîh û warê min winda ye
Her gotin bo min biyanî
Û her deng xerîbîye
Ez stranbêjekî bê peyv im
Gotin û peyvên min di
Hindirê min de diherike û li wir
Birca bêdengîyê ava dike…
Bajarek bifikirin ku,
Wek berbanga sibê dibiriqe
Lê li cîhê neliberçav de
Dirhem dirhem rizîye.
Ev bajar, bajarekî wisa ye ku
Hêst naherikin û najîn
Hemû hêst di nava awirên
Bêwate de diqerisin.
Ev bajarê kambax
Di dilê xwe de mirovên
Bipeyv diveşêrin û
Wana didin ser texta dilê xwe.
Bila be,
Ew cihê ku xewn u xeyalê min de
Li ser texta darizandinê
Pîrmendên bêpeyv runiştine.
Bîra vê bajarê winda û
Wêran kirine,
Di guhê min de qêrîn û hawarek
Hawara mirovên winda
Lê ez li ser şopa
Bêdengîyekê kûr im.