(* 2000) li bajarê Mezarê şerîf li Efxanistanê ji dayik bûye. Navê Shahzamir tê wateya cîhê padîşah û bi vî awayî serbilindiya bavê wî diyar dibe. Wekû kurê dê û bavê xwe yê tekane, di 15 saliya xwe de bi tena serê xwe reviyaye Almanyayê. Ew sê mehan di rê de maye û hema hema li ser rêya Yûnanîstanê xeniqiye. Dê û bavê Shahzamir hîn li Efxanistanê ne û hatina wa ya Almanyayê nediyar e. Wextê Shahzamir gihîştiye Almanya malbatek li Berlînê lê xwedî derketiye û wî wekî kurê xwe mezin kirine û piştgirî danê. Kêfa wî ji lîstika futbolê û çûna werzîşê re tê. Ew niha bi serê xwe li navenda Berlînê dijî, perwerdeya hemşîretiyê qedandiye û li Charité dixebite.

Vî/ê niviskarî/ê xelat standiye.