Dengê gazî û fîxanan ji gewriya her efxanekî tê.
Li her quncekî bajêr cesedek.
Ku welat dayik be,
Dayik êdî ketiye destê hovan.

Ax ji destê van wehşiyan canê min dilerize.
Parlamento û eywan xaniyên vî welatî bûn,
Lê ew jî ketine destê ajanan.
Eskerên me hebûn çi bû?
Ew jî ketin destê hovan.

Jiyana me, welatê me hebû çi bû?
Qedera me jî kete destê wan.
Agir ketiye her quncê bajêr,
Weke ku bajêr ketibe destê agirperestan.

Li kolanan binêre tijî xwîn.
Laşên dayikan li ser ê zarokan.
Talîban bi xwînrijandinê kêfxweş dibin.
Li ber dîwarên mizgeftê her der cesed.
Êşa wan zarokên sêwî derman nabe.

Yan Xwedê miriye.
Yan jî asîman bi ser serê me de hatiye xwar.