Ez ê her dem penaberek bim
Her çiqas zimanê te fêr bibim dîsa penaberek im
Çûme dibistan û zanîngehê dîsa jî penaberek im
Dibêjin ‘’bila kêfa te neyê ku tu li dibistana me dixwînî’’
Her çiqas erebeyek bi dilê xwe bistînim dîsa jî penaberek im
Û ew ê bibêjin ‘’te ev bi pereyên me standiye’’
Eger li futbolê golekê bavêjim wê bibêjin
‘’te pêlavên xwe ji pereyên me kirîne’’
Ku karê min û pereyên min yên li ser hev hebin
Dîsa jî wê bêjin ‘’Tu nikarî xaniyekî kirê bikî, divê yek ji me bibe kefîlê te’’
Tu alîkariya min red dikî, eger mesele şûştina te be jî
Lewra ev dest destên penaberekî ne
Ku cilên biha bikirim tu dibêjî ‘’ tu dişbî penaberekî’’
Û difikrî ku ez ji tinazên te fêm nakim
Ku li vir mezin bibim
Ji bo vî welatî têbikoşim
Û ji bo vî welatî jiyana xwe ji dest bidim
Ez ê dîsa jî penaberek bim