li Ukranyayê, li herêma Donezk hatiye dinyayê. Wê gelek salan welatê xwe wek yek ji welatên herî ewle yê cîhanê didît û qet nedixwest ji wê derê jî bar ke. Lê di 33 saliya xwe de ji ber şer neçar ma li du cihan dest bi jiyaneke nû bike. Di sala 2014an de ew çû Kiyevê û 2022 hat Berlînê. Beriya du salan ew endezyar, rojnameger, nivîskara senaryoyê û nivîsaka pirtûkan bû. Niha jî ew xwe weke rûpeleke vala û qermiçî hîs dike. Rûpeleke vala ku nizane dê çi li ser wê rûpelê binivisîne. Li Almanyayê ew xwe fêrî zimanê almanî dike û hewl dide dîsa were ser xwe û xwe ji hîsa xaniyekî ji topbaranê hilweşiyayî rizgar bike.
Tetiana Hurba
Donezk, Ukraniya