Sîya yên çûyî heye
Li ser yên mayî
Ne rûyê yên mayî
Tam li ber rojê ye
ne jî yên çûyî
her kesek ku bi rê dikeve
parçeyeke hêviya roniyê digire
û diçe.
Bendêmayîna vebûna kulîlkan
Û
Hêviya avabûna xeyalan
Wê bigihîje hev
Dem wê were
Ew dem wê dema Rojê be.