Em bi valîzeke biçûk hatin
Valîzeke biçûk ji bo 5 zarokan
Û di valîzê de çarikên spî yên nexşandî, papîk, wêne
Û gelek êş, xemgînî, veqetîn, tirs, bîranîn û hêvî hebûn.

Heta îro
piştî 25 salan
Ev valîz nehatiye vekirin.
Dest lê nehatiye dayîn!
Weke ku em amade bin ji bo wê kêliyê,
ew kêliya ku em ê neçar bimînin koç bikin.

Lê em herin ku?
Li ku derê em dê bên pêşwazîkirin?
Gelo em dê li ku derê bikarin bê tirs,
wê valîzê vekin û çarikên spî yên nexşandî, papîk, wêneyê dayika xwe derxînin,
û em dem bidin êşên xwe, xemgîniya xwe, veqetîn û tirs a xwe, bîranîn û hêviyên xwe,
û em li wî cihî bêtirs bimînin.

Heta îro dest li valîza dayika min nehatiye dayîn!
Dest lê nehatiye dayîn!
Em dê çawa li vê derê şax vedin,
dema ku em mahkumî jiyana valîzan dibin?