33 salî ye û niha li Berlînê dijî. Ew ji bajarê kurdan Êlih/Batmanê ye û bi Kurdî-Kurmancî, Almanî û Îngilîzî diaxive. Sozdar pedagojeke civakî ye, wergêra sondxwarî ya devkî û nivîskî ye. Ew niha di beşa lêkolînên pratikî ya xebatên civakî û pedagojiyê de Masterê dixwîne û koordînatora qada alîkariya perwerdehiyê ya Yekmal e.V. ye. Ew hevdamezrînera weşanxaneyeke pirtûkên zarokan ya bi zimanê kurdî-almanî ye û bixwe pirtûkan dinivîse û werdigerîne.