Rojek beriya şer
Ez nikarim bawer bikim, lê dîsa jî dizanim:
"Ev dawî ye." Ez ber bi wê ve diçim.
Pireke dirêj û ez bi xwe re diaxivim.
Ez ji şerî rica dikim: "Raweste!"
Ez bi tirs ji xwe dipirsim:
"Ji niha û pê ve dê çi bibe?"
Ji cixareya elektronîk dûman derdikeve.
Dûmana cixareyeka elektronîk.
Hîseke bêbawerî ya sexte.
Bêhna min diçike.
Roja dawî li welêt
Di pencereya qirêj de dîmenek ne zelal.
Malbat li wir disekine û destê xwe ji bo xatirxwestinê dihejîne.
Lingên min ji ber çenteyê şîn bûne.
Ez xwe wisa hîs dikim, ku kor bûme.
Ez êdî nikarim pêşerojekê bibînim.
Niha ez dê bikaribim pala xwe bidim kê?
Ez ew qas zeîf bûme ku hestiyên xwe bi şortê xwe de dibînim.
Di çavên min da çirûskeka hêvîyê ji bo macerayekê heye.
Li dora min hawara dengan e.
Gelo ev dengê mirovên din e yan ramanên min tevlî hev bûne?
Ez perdeyan digirim.