Ez? Çehlek
li baxçeyê kalikê xwe,
tê de belgên zîwa hatine darotin pevre,
pergî min tê,
mîza pişika aliyê hanê,
û miremirra keçika piçûk.
Min de agirek vê dikeve,
min de mirovên xwe veşartîne hene,
awir dikevin min ji pişt deriyên tên girtin,
ji nişke derdikevin holê li vê derê,
kerzeyên xweliyê min tijî dikin.
Ditirsim?
Ev hest mohrê li dev dixe.
Tiştên nû dizên di tariyê de,
roja mirina min derket hat,
lê dîsa dilê min sivik e.
Ma ez çûbûm ku sergoyê bavêjim,
Û niha veşartî me di binê kûlîlkan de.