Zarokatiya min tê bîra min,
min futbol dilîst li erdê diketim,
hîn dibûm ku ra bim li ser pêyan piştî her ketinê.
Tê bîra min,
ez heft salî bûm û diçûm li ber canegeyan.
Tê bîra min,
ez diçûm dibistanê û her li ser bisîkletê li ser rêyan bûm.
Tê bîra min,
li dibistanê dema navber dibû me mast dixwar.
Tê bîra min,
dêya min him sîle davêt min û him jî digot “megirî”.
Tê bîra min,
min her roja jinan diyariyeke xweş dikirî ji bo dêya xwe.
Tê bîra min,
min û birayê xwe masî digirtin.
Tê bîra min,
li Kabûlê di êrîşên xwe-kûjer de çend mirovên bêsûc dihatin kuştin.
Tê bîra min,
çawa derî dergehên dibistana li ber rûyê keçan hate girtin.
Tê bîra min,
xwîşkên min hêsir dibarandin.
Tê bîra min,
ez di bin berfê de bi xew re çûm li ser rêya reva ber bi Ewropayê.