Dayîkeke jiyana xwe ji bo zaroka xwe daye,
û hemû hebûna xwe feda kiriye ji bo malbata xwe.

Dayê, min mêze bike,
min binêr e bi lehzeyekê, vê derê mêze bike.
Ka ez çi bibêjim. Tu mafdar î.
Ez im sedema qermîçokên li rûyê te.
Te ji bo min mil da ber gelek fedakariyan,
êşa min yek ji wan birrek êşên din bû ku te kişand.

Porê sipî yî li serê te, ew ez im.
Hêsirên ji çavên te re dikişin tên li ser hinarikên te, ew ez im.
Şevên bê xew, ez im.
Ew hêvî, hêvî ya ku kenekî diyarî te dike, ew ez im.

Ji dûr ve min bangî te kir,
wê lehzeyê min hindik ma bû ku dest jê berdim.
Tevayiya rojê dilê min bîriya malê kir.
Min xwast ku bêm, te bibînim, taqeteke nû peyda bikim,
ku hêsirên şadiyê li çavan aş bibim nava milên te de.
Dibe ku rojeke bê, ew roja ku ez ê vegerim bêm li cem te,
cardin tu yê bibêjî; razê tu, ez ê ji te re lorîyekê bibêjim.