Abdul Ahmad Pouya di sala 2006an de ji Behsuda parêzgeha Maidan Wardak a Efxanistanê ji dayik bûye. Gelek Hazarayî li herêmê dijîn, ku li Efxanistanê zêdetirî 100 sal in rastî zordestiyê tên. Ji dema ku Talîbanê bû desthilat vir ve, rewş xirabtir bûye, ji ber ku ew Hazarayiyên Şîe wekî bêbawer dihesibînin. Li Behsudê, bi sedan malbat ji gundên xwe hatin koçberkirin, û herwisa bi sedan hatin girtin û kuştin. Abdul di sala 2023an de hat Elmanyayê û niha beşdarî pola pêşwaziyê dike. Ew niha perwerdeya xwe wekî sazkerekî sîstemên elektrîkê diqedîne.
Di dema xwe ya vala de, ew voleybolê dilîze û diçe werzîşxaneyê, û her weha ji xwendina pirtûkan hez dike.