Mîna darekî terk lê kirî,
li nava çolê germ,
birînên nexşlêkirî bi birrek lêketinan,
hesreta bêdawîtiya hembêza te dikişînim,
qasî bêdawiyîtiya dilgiraniyên xwe,
da ku xwe bi wê bipêçim.
Li vir didanişim aniha,
bi barê derd û kulên te,
wêranbûyî mîna Kajê1,
di bin esmanekî xemgîn de,
ku ew tovên gazinên te dilop bi dilop diçîne,
ba kulman davêjê,
bi bêhna sar û seqemê,
sewta tenêtiyê bi giranî jê diçe,
hesta teng ya jê biyanîbûnê.
Ez û ev valayî ku te li pey xwe xîşt,
Axînekê dikişînin
Ji ber ku tu venegeriyayî.
Bi çavên baranî,
dilê min hesreta te dikişîne,
her çi qasî zêdê şikestibe jî.
- 1 Kaj navê dibistanekê li rojavayê bajarê Kabulê de ku gelê Hezare lê dijî. Di teqîna 30.09.2022an de 53 keçan janên xwe ji dest dan û 110 birîndar bûn.