Serê sibê seat pênc hemû dayikên çarik sipî
Diherikîn qada Newrozê
Leşkeran heft derî danîbûn ber wan û digotin:
“Ne weke kurdekî, weke kesekî tune cil û bergên xwe deyne û derbas bibe.”
Mirovên tazî derbasî qadê dibûn
Bi agirê Newrozê şa bûn
Kulîlkên biharê ji xwe re kirin cil û bergên Newrozê
Bila hûn bizanibin
Em ji tunebûnê hebûnê çêdikin
Hûn mejiyên me jî bixwin, em tune nabin
Bi agirê Newrozê em şîn dibin