salî ye û ji bajarê Kabûlê/Efxanîstanê ye. Li zanîngeha Kabûlê li ser ziman û wêjeya farsî xwendiye û lîsansa xwe ya bilind wiha bi dest xistiye. Endamtiyên wê yên saziyên cuda cuda yên Wêjeyê hebûne û ew bixwe jî demekê mamostetiya zanîngehê kiriye. Piştî wergirtina bursê ji bo xwendina doktorayê di beşa zimannasiyê û wêjeyê de, Talîban dest danîn ser welatê wê û ew êdî nikaribû wekû jin karê xwe bidomîne. Di sala 2022’yan de ew bi malbata xwe re hatiye almanya û niha bi fêrbûna zimanê almanî û bi naskirina almanya ve mijûle.