Êvar bêzar in
Wekû qehweyeka diltengker û tal
Ya ku ji qazana xeyalên min de diherike.
Dixwazim wekû binkiyek salmend rûnêm
Li ser şaxekî qewî
Hinekî ji te dûr, da ku li te binêrim.
Hezkirina te
Li erdnigariyeka biçûk nîşan bidim
Van rojan ez dikarim
Te bi awayekî din hez bikim
Wekû zivistanên Kabûlê
Bablîsokên kolanan
Û tofanên meha sewrê.
Vê cara ku min tu dîtî
Zêdetir min ji te hez kir
Wekû xewnên piştî hilatina rojê
Yan fincanek çay ji destê dayikê.
Roj li kêleka wêneyê te diçe ava
Û ku dil bigrim
Ez ê te bi qasî azadiyê hez bikim
Bi qasî rezên bakûrî
Û bi xweşikbûna rojekê
Roja berî mirinê.