Tu serkeftineke herî balkêş î!
Ji van rojên dereng ên payizê.
Şaxên tazî, guherrîna demsalan.
Û hinarên dawîn ên derizî.

Pirtûkên çîrokan û cotbeşavend li kêleka çayê
tu ji ser dagirkeriya hovane ya her du çavan ketî,
ku te pêya xwe avêt diyarekî nenaskirî.

Heke bêyî, îcar pêxas were,
ji ser pireyên gundan re.
Îcar tu yê “dengê pêyên avê” bibihîzî,
bahoz wê destê te miz bide.
Dema te xwe gihand dawiya rê,
Tu yê bibînî.
Wî dilê gund ku ji bo te dikute,
û ew sewta robar wê bibe dengê te.

Îcar bi şevê were,
hênaseyeke şevîn hilde,
mîna leşkerek ji şer vedigere.

Xwe bide li ser pireya darîn,
heya ku hêyv çarşeva xwe ji çêm ra bike,
û bigire bide te.
Wê şevê bikeve yê li ser pirê,
bereketa ronahiyên hevhesû,
û xwedêye çîrokên piştî şer.