Piştî ku em îsal li gelek cihên cuda yên Almanyayê ji bo xwendina helbestan hatin vexwendin me cara yekem di meha Cotmehê de li ofîsa xwe ya nû ku li Berlîn Mitte ye, dawetiya xwendina yekem belav kir. Damezrênera projeyê Susanne Koelbl li ser rewşa sîyasî li seranserî cîhanê û li ser bandorên neyînî li ser ciwanên penaber an jî koçber axivî. Ekîba rêveberiya projeyê ji Levke Nissen û Theresa Rüger pêk tê. Wan fikrên xwe veguhastin konsepta projeyê û ji bo kargeha me ya zimanê farisî niviskarê PENê û revebirê kargehê dan nasandin. Di hevpeyvîna bi Birgit Schmitz a PEN a Berlinê re, wî behs kir ku revîna ji Efxanistanê bandora xwe li ser nivîsandinên wî bixwe kir. Paşê wî bahsa beşdarvanên kargehê kir, ku dengên wan yên wêjeyî ew pir bandor kirin.

Ji bo destpêkê wî nivîsên xwe xwendin û piştre jî rê da helbestvanên me yên ciwan. Di vê xwendinê de helbestên erebî, farisî û ukraynî bi hev re hatin pêşkeşkirin. Ji ber ku komxebata me ya kurdî hîn nû di payîzê de dest pê kir, me biryar da ku xwendina me ya didoyan ya kargeha kurdî di meha Mijdarê de pêk bînin.

"Ez li vir im" sernavê helbesta Raziya Kerîmî ya afxan e – ev sernav nêzî sernavê projeya me ye – helbesta wê bahsa şahidbûna wê ya xatirxwestinên xedar û wendabûnan dike: "Belê, ez li vir im, / şahidiya bavekî piştxuz dikim, / ku nizane kîjan dîwar yê mala wî ye, / û yê ku her kelpîçê ruxandî radike / bi hêviya ku zarokên xwe di bin bin xirabendeyan de bibîne." Ev Helbest bahsa bêçarebûna li hember tiştên ku hatine jiyîn dike. Ev serpêhatiyên borî nikarin bên guhertin lê bahskirina van bûyeran jî dikare bibe rêyek ku mirov tiştên borî têdigihîje: "Belê, ez li vir im, / li ser sînorê tarî yê bêdengiyê me,/ di nav pistepista kesên ku êdî najîn."

Beşdarvanê me weke helbestvanê me cihêreng bûn: Mêvanên me ji Almaniya, Îranê, Afganistanê, Iraqê, Filestînê, Ukrayna û Rûsiya bûn. Kesên ku helbest xwendin ev bûn:Li ser Alî Alzaeem, Jaklîn Şîlbaya, Mûhamad Zehra, Raghad Îsa, Nadiya Kûlîş, Sarîna Mohammadî, Tayebah Joya û Razya Kerîmî. Em spasîya her kesî dikin ku êvareke xweş kirin para me!

Helbestvanên bi diyarî
Helbestvanên bi diyarî
Wêne: © Elisabeth Renger
Nîqaşên zindî piştî xwendinê
Nîqaşên zindî piştî xwendinê
Wêne: © Elisabeth Renger