Baran dibariya û min matmayî li asîman dinêrt.
Wiha xuya dikir ku hemî dilopên baranê bîranînên min di nav xwe de hildigirtin.
Bîranînên tijî xem û car caran jî bextewarî.
Dema çavên xwe digirim
Di nav bîranînên xwe yên zaroktiyê de wenda dibim.

Dema li pişt xwe dinêrim pêlîstoka bi xwîn ya keça cîranan dibînim.
Em hevalê hev yên zaroktiyê bûn lê niha ew jî di nav xwînê de wenda bûye
Û li kêleka bûkika xwe bi aramî raketiye.
Ez yê ku ji ber tundiya teqînan êdî nikarbû dengê qêrînên xwe jî bibihîze
Li mala xwe digeriyam.
Her ku bi pêş ve diçûm ev kabûs ji min re taltir dihat.
Ji min re tiştek ji dîtina cenazeyên hevalên min yên ku di nav pirtûkan de şewitîn xedartir tune bû.

Ew tenê ji bo fêrbûnê hatibûn lêbelê niha wekû bergên gulê wenda bibûn.

Ez li Muhemmed geriyam ew kurikê ku xeyala wî leyistina futbolê li taximekî bû.
Muhemmed sax bû lê yên din ne dest û ne ling û ne hêviyek ji  wan re mabû.
Min dayikek dît ku di bin dest û lingên jêkirî de li perçeyên zarokê xwe digeriya

Û ez bi tirs û girî reviyam mala xwe
Cihê ku dizanibûm kesek li benda min heye.

Dayika min ji her roj bêhtir di heyra vegera min de bû.
Dema ku bi xûn, xak û bi girî gihîştim dayika xwe
Min xwe avêt hembêza wê, cihê ku ji bo min cihê herî ewle yê dinyayê bû.
Dibe ku bûyera herî şêrîn ya di nav vê kabûsê de 
Aramiya di hembêza dayika min de bû.

Êdî baran nabare lê dîsa her gava ku ev bûyer dikeve bîra min baran ji çavên min tê xwar.