Ev helbesta bîranînek e,
bîranîna penaberên xeniqî,
û wan dildaran, hevdîtina wan ku
ji aliyê deryayê ve hatiye dabeşkirin.

Nameyeke dildariyê,
peyama dawîn bû ji dilara wî,
lê hevokên wê bi xwe re bir avê,
ew av ku birçiyê jiyana min,
birçiyê jiyana te ye.
Çavên te yên bi hêsiran tijî bûna,
ger xetên wê yên nepenî bidîtina.

Wê ew qasî ji bîra wî kiribû,
ku hewl da sobalî bike ber bi wî ve,
ber bi dildarê xwe ve,
lê belê deryayê ew daqultand.

Bila têk biça dinya,
bila têk biçe derya,
ku wan tofanek ra kirin
li ser vê evîniyê.

Ew bi tena serê xwe bû di dilê deryayê de,
di bîranînên wî de xeniqî û çû,
lê hê jî li benda wê ye ew li qeraxê,
gava ku dilê wê bi hesretê dikele,
hevdîtina wan li bihûştê li benda wan e.

Dildaro,
jiyanê bi girtina şînê derbas neke,
ber’eqs ji deryayê bipirse
ka çi hate li serê dildara te,
deryayê sucdar bike,
ku te dildara xwe emanet kiribû wê
ew derya, ku sonda hevaltiyê betal kir
û îxaneta te kir ji bo evîniya xwe.