Ez û ev welatê ku bi koçberî hatimê, em ne yek in

Ez hîn jî li ser nivîsandinê, hilberîna peyv û helbestan dixebitim
Û li benda bersivekê me
Her şev

Ne li benda tehdîdan
Û ne li benda hêzên ewlehiyê
Serê sibehê li ber deriyê min

Ez bûme helbestvanek ji rêzê
Ez neketime zîndanekê
Û tiliyên min nehatine şikandin

Wiha dinivîsim weke ku tirs bi min re tune be
Li Berlînê ez li navekî ji bo helbestên xwe digerim
Li vî bajarê ku ji kêfê hez dike

Kes li Berlînê min kêm naxe
Destûra lêgerîna mala min ji aliyê dewletê ve tune

Tiştê ku dipirsin tenê ev e:
Te bacên xwe dane û tu kengê dikevî betlaneyê?

Li Berlînê şev digel jinan radikeve
Li Berlînê bi wan kesan dikenin
Yên ku nîvê şevê ne li ser hişê xwe vedigerin mala xwe

Lêbelê ez digel helbesta xwe şiyar im
Lewra dubendiya di navbera min û dîroka min de hîn hel nebûye
Em herdû li bendê ne

Hindik maye welatê min bimire
Û di nefesa wê ya dawî de ez li kilîda mala xwe digerim

Êdî tenê nuqteyek heye, bêhnok tune ye

Ev ez im
Her şev
Û ne ez im jî