Ey Şam,
Di nîvê şevê de
Rojnameyan ez şopandim
Li bajarê Berlînê
Dora min girtin, dixwestin min bidirrînin, min birevînin
Tiştê ku min ji bedewiya vî bajarî fêm kir ev e
Dema ez di kolanên wê de dimeşim
Agirê çavnebariyê di dilê min de gur dibe

Ey Şam,
Sernivîsên rojnameyan mişt ji navê min in
Ew navê ku min ji bîr kiriye
Ji ber vê yekê ez di pêlên behra penaberiyê de avjeniyê dikim
Û dema digihîjim qeraxa behrê dibihîzim ku dibêjin: Tu hatî redkirin

Ey Şam,
Mirov dê çawa bibêje
Ku hîn jî ji te hez dikim
Û ez ê li ba te bimama
Eger ez rêveberê pêlan bûma
Û min ê li kuçeyên te qehweyek vexwarna
Û bi wê rojnameya ku ji min re pesnê Elmanyayê dida bikeniyama