Kolanên xalî,
tucarî nawestîn,
ku berê xwe her biguherin,
awêneya tenêtiyê ya bajêr bûn,
wek mûzexaneyeke em peykerên tê de bin.

Paşê sibeh hat,
matmayî ji ber hebûna me,
silav da wê li serê kolanê,
rûyê te yî rojhilat
di çavên te de mendehoşîya elmasî ya teyisî.
Tu min ji helbestên windabûnê difilitînî,
ez gavekî davêjim derveyî peykerê xwe,
ji zimanê xwe,
ji navê xwe,
berveyî te.

*****

Ka piştî vê sibehê çawa,
rêyeke li ber min bikeve,
heke ne ji rûyê te re be.

Her kinyê ez ji xwe bigerim,
li pey xwe bim,
li vê derê hişyar dibim,
li ser bankekê,
li ber vî robarî,
ku min ji bîr kiribû navê wî bipirsim.

Ez navê te ji wî dikim “Elya”
Ku tu tav î,
bajar şahidîyê dike,
û ez helbestkarekî winda bûm, ku wê sibehê
li rûyê te,
dît hibr û kaxizên xwe.