Rûye dayika min tê bîra min
Berê wê li dîmenî ye, ew li ser hişê xwe ye.
Devê wê vekirî maye, birûyê wê yê xaromaro
Dirêjtir dibin
Û qermûçkên rûyê wê
Giraniya xwe didin ser çavê wê.
Her dengê heyî
Her wêneya ku di ber wê de derbas dibin
Û her hevokên, ku behsa wendabûna peyvan dikin:
Ew xwe di rûyê dayika min de dikolin
Û ew bêhnê û tirsê
Ji devê wê derdixîne.
Ev rûpela sereke ya her nûçeyê ye.
Her nûçeyek bi nîvîseke qalind hatiye nivisîn
Û ez, li aliyê din li ser qenapeyekê rûniştî me
Qelemeke ko di destê min de
Xêz dikim û berdewam xêz dikim
Didewsînim heta kaxez diçire
Ez dengê dayika xwe di destê xwe de kun dikim.
2023 | Daria Py | Ukraniya