Almanya, tu ne ew tiştî ku qaşo xwe wisa xuya dikî,
dema Yekê Gulanê berîya ku roj li rûyê min bikeve,
kulmên polêsan in digihêjin rûyê min.
Almanya, tu ne ew tiştî ku qaşo xwe wisa xuya dikî,
dema ji malzroka te ew çek û sîlah dizên,
ku ew xalîxeresîya li rûyê zarokên me didize,
berîya ku hîveron li lêvên wan bikeve.
Almanya, tu ne ew tiştî ku qaşo xwe wisa xuya dikî,
dema siyaseta te pêktînê zemînê çewisandinê,
dema wan ên hewara edaletê dikin tên bêdeng kirin
û dengê wan di nava gengeşeya siyasetê de winda dibe.
Almanya, tu ne ew tiştî ku qaşo xwe wisa xuya dikî,
dema ya ku tu sozê wê didê yî xweşbînî û tolerans e,
dixeniqî bi kîn û nefretê,
û ew ên ku “yên din in” gef û gur lê tên xwarin,
çimkî dibe ku randevûya we ya diranê doxtiran ji we bistînin.
Almanya, tu ne ew tiştî ku qaşo xwe wisa xuya dikî,
dema ku sînorên te vekirî ne ji bo hin kesan û girtî hin kesên din,
ji bo wan kesên ji şer û tehdeyê direvin,
berê xwe didin dahatûyeke nediyar.
Almanya, tu ne ew tiştî ku qaşo xwe wisa xuya dikî,
heya wê roja ku dest bidin destên hev heval û alîkarên me û wan ên ketine li pey canê me,
di wexta ku dê û bavên li Hanauyê bêhna xwîna zarokên xwe hildidin.
Almanya, ez bi neçarî ji cihekî digerim da ku birevim,
ew a mayî, valayî ye, kulma te li rûyê min ew hîştiye.
Ew a mayî, giyanê min e, di nava dîwarên we de zindanê de ye.
Yekitî, edalet û azadî,
niha tu zorê didî li ser min ku ji te birevim.