Li vir zevî hebûn.
Li vir bacanên tehmxweş.
Li vir pîrika min.
Li vir gerê baştirîn ya futbolê.

Hema ew bû ku ez bihatama gund kela dilê her kesî ra dibû.
Min pîrika xwe behntengî dikir ji ber ku min dixwast pişta pêz miz bidim.
Min bavê xwe behntengî dikir ji ber ku min dixwast motorsîkletê bajom.
Min dêya xwe behntengî dikir ji ber ku min dixwast kincên xwe biguherînim,
da ku biçim û hevalên xwe bibînim,
di dawiyê de min xwe dida li wê derê bêhndengbûyî.

Min fanêleyê xwe yî sor-şîn li xwe kirin, pêlavên futbolê û goreyên çongan.
Li ser rêya ku diçe gera futbolê ya zarokan min serdanpê şewq dida,
min tevayî gund hembêz kir û qîriyam
“ka em êdî futbol nalîzin?!”

Ez 10 salî bûm, dema min cara dawîn li gund futbol lîst.
Ez 10 salî bûm, dema min cara dawîn fenêleyeke sor-şîn li xwe kir.
Ez 10 salî bûm, dema min cara dawîn pîrika xwe hembêz kir.
Ez 10 salî bûm, dema min cara dawîn bacanên tehmxweş xwarin.
Ez 10 salî bûm, dema zarokatiya min ji istendin, birin.

Ez zarok bûm li wî cihî, ku zarokbûn wê gelek hêsantirbûya ji bo min,
ger te eşqa dilê min ji min ne istendiba.