Xwendina me ya dawî ya îsal di 19.12.23 de li dibistana Georg-Herwegh-Gymnasium bû. Ev xwendin ji aliye Alma Mater û stajera me Elisabeth Renger ve hate organîzekirin. Nivîs û vergera helbestan vê carê bi şêwazê tandem hatine xwendin. Helbestvanê kargehê û xwendekarek di kargeha wêjeyî ya dibistanê de bo dersa zimanê almanî helbest bi hev re xwendin.
Ev kes tevlî bûbûn: Rahmetullah Berxwedan Andan, Nesîbe Gûneylî, Mykhailo Krasilnikov, Mariia Kaziun, Dmytro Krasilnikov, Tayebah Joya û Razia Karimi berhemên xwe yên bi zimanê kurdî, ûkraynî û farisî xwendin. Xwendekarên ciwan wergera almanî xwendin. Beriya xwendinê helbestvanê kargehê û xwendekarên dibistanê kom bûbûn ji bo hevnasînê û ji bo fêrbûna bilêvkirina hinek peyvan.
Dmytro helbesta xwe ya bi navê „Dê çi xweş ba“ xwend. Wî bi vê helbestê peyamek da guhdaran ku ew nekevin nav xewn û xeyalan, lê rastiyê tevî hemû tirs, êş û janên xwe qebûl bikin: "dê çi xweş ba ku êş winda bibûya, / dê çi xweş ba bê şer, / dê çi xweş ba ku xwestek ji dil bûna, / dê çi xweş ba, lê nabe.» Piştî ku Dmytro xwendina xwe xelas kir, kêliyek bêdengî çêbû berî ku çepik dest pê bikin. Tam di wê bêdengiyê de temaşevanan qedrê helbestê girtin - kêliyeke dilşewat bû. Xaleke din a ronak nivîsa Raziayê bû, ya ku xwendin helbesta dawî xwend: "Min li hatina perperîkan dinihêrî yên ku baskên wan venebûne." Berî xwendinê, xwendekarê ku dixwest wergera almanî bixwîne, pirsî: "Ev berhem pir tarî ye. , lê ev parçe ciyawaz e. Gelo ev hêvî ye?” Û Raziayê bersiv da: “Erê rast e, ev hêvî ye.”
Piraniya guhdaran xwendekarên lîseyê bûn, lê hinek ji wan jî mamoste û karmendên dibistanê bûn. Cihê semînerê bi gelemperî pir qelebalix e lê dema xwendinê ew der bêdeng û aram bû. Tevan bi baldarî guhdarî dikir û semînar dişopand, ev ji bo ciwanan hinekî xerîb e. Em spasdar in ku ev derfet dan helbestvanên me, her wisa em spasdar in bo ku Literatur-AG ya beşa almanî ku em vexwendin. Bi hêviya hevdîtineke din!