Ji bo vê projeyê Ali Alzaeem, Rojin Namer, Shahzamir Hataki, Robina Karimi, Mahdi Hashemi û Yasser Niksada di hezîranê de, ji bo xwendina helbestên xwe yên hezkirî hatin ba hev. Berhemên wan ji aliyê Carrie Hampel ve hatin qeydkirin û sererastkirin. Ew berhem çend ji berhemên giştî yên înstalasyona dengan a bi navê „Komkirinên ji bo sedsala 21an“in û dikarin li Bahnhofa Hamburgê werin guhdarkirin. Odeyeke taybet û tarî tevî kanapeyên sor, li wir amade ye ku mirov bikarin dema xwe derbas bikin û li wan tiştan guhdar bikin. Digel gelek berhemên dîtir yên pêşangehê projeya RADIO 0/3/0 jî bo serdana mirovan di sala 2024 de vekirî ye. Em vê pêşniyar dikin!

Wêne: © Annette Hempfling