Piştî me di cotmehê de xwendina xwe ya yekem bi zimanê erebî, farisî û ukraynî li bûroya xwe ya li Max-Beer-Straße li dar xist, di meha Mijdarê de jî panela me ya xwendinê bi zimanê kurdî hat lidarxistin - vê carê ev panel bi tenê ji bo zimanê kurdî bû.
Axaftina destpêke ji aliyê Levke Nissen û Theresa Rüger ve li ser Projeya “Poetry Project”ê bû. Du Rêvebirên kargeha helbestan ya bi zimanê kurdî li wir amade bûn. Yek Anne Velhorn bû û ya dîtir Meral Şimşek ji PENa Berlînê bû û wergêra vê panelê jî Sozdar Jafarzadeh bû. Di panelê de Meral û Sozdarê behsa têkiliya xwe ya zehmet bi zimanê tirkî û kurdî kirin. Kurd miletekî kêmînekirî yê herî mezin li Tirkiyê ne. Demeke dirêj zimanê kurdî li dibistanan qedexe bû - niha zimanê kurdî dikare li dibistanan weke zimanê biyanî were dersdan. Nivîskar Meral ev demek e dest bi nivisandina kurdî kiriye, wergêr Sozdar Jafarzadeh giraniya xebata xwe dide pirtûkên zarokan yên bi zimanê kurdî-almanî û pirzimaniya perwerdehiya biçûkan.
Meral û Sozdar her yek helbesteke xwe xwendin. Dûre beşdarên kargehê Atto Abdulsalam, Rahmetullah Berxwedan Andan, Hêro Khosrawi, Leyla Akyildiz und Bahadȋn Akhan helbestên xwe xwendin. Hema bêje tev ji ber rewşa siyasî neçar man li Almanyayê serî li penaberiyê bidin. Ew li welatê ku jê hatî çend caran ji ber sedemên siyasî hatine girtin. Tecrûbeyên wan di helbestên wan de xuya dibin weke mînak helbesta Bahadîn:
"ez hunera ecûzeya zemanî
min anî xwe li vî zimanî danî
Niha di paşila xeribîyê da
Deriyê tenêtiyê bi ser xwe ve dadidim.”
Em spasiya hemû beşdaran dikin ku ev şevê bi hatina xwe geş kirin."