Mala wêjeyê ya Berlînê ne tenê xwendinên klasîk yên cûrbicûr pêşkêş dike, di heman demê de, ji sala 2021’ê ve, kanalek xwe ya wêjeyê jî heye: literaturkanal.tv yekem platforma cîhanê ye ya ku wêjeya medyayên civakî berhev dike. Mala wêjeyê kanala xwe bi pisporî çêkiriye û ew kanal dikare ji aliyê her kesî ve bê pere û bê astengî were xwendin û bikaranîn. Vê dawiyê digel gelek helbestên din gotarek ji helbestvana sûrî Lîna Atfah bi navê "Kefen ji Perperokan" hat weşandin ya ku di beşa wergerê de ji bo xelata pêşangeha pirtûkan ya Leipzig ya navdar bibû berendam. Û niha tomarên neh helbestvanên Poetry Projectê jî dikarin di kategoriya helbestan de werin peyda kirin!
Li Charlottenburg li mala wêjeyê ya bedew di meha Mijdarê de gelek fîlm hatin girtin û gelek xwendin hebûn. Leyla Akyildiz, Bahadȋn Akhan, Mohamad Zahra, Mustafa Aliesa, Mariia Kaziun, Iryna Omelyanchuk, Anastasiia Dunaieva, Razia Karimi û Tayebah Joya beşdarên wan çalakiyan bûn. Lîstikvan Selin Dörtkardeş wergera Elmanî xwend.
Gelek spas ji Anna Velhorn û Josefine Zach re ji bo plansazkirinê!