Xwendina Poetry Projectê ya di cejna noelê de êdî bûye çandek û ji ber vê yekê jî divê îsal jî bihata lidarxistin. Me ji helbestvanên xwe xwest ku helbestên bi mijara zivistanê/dawiya salê ji me re bişînin û hemû beşdarên komên zimanan ev daxwaza me pejirandin. Digel qurabî, şeraba kelandî û ava fêkiyan ya kelandî, me bi nivîsên Atto Abdulsalam, Leyla Akyildiz, Rahmetullah Berxwedan Andan, Mohamad Zahra, Mykhailo Krasilnikov û Tayebah Joya sala 2023’yan nirxand. Wergerên elmanî ji aliyê stajyera me ya hêja Elisabeth Renger ve bi hestiyarî hatin pêşkêşkirin. Me her wiha gelek tişt bi hev re çêkirin mînak: hebên berfê yên kaxizî ji bo xebatgeha Poetry Projectê, zincîr û gohar ji bo xwe an jî ji bo diyariyên Sersalê. Weke salên berê, me pêşangehek li dar xist û di wê de mirov dikaribû antolojiyên helbestan û Noelên çîkolatayî wergire.
Bi qasî ku şewbêrka me xweş û geş bû, wiha hestyar bû jî. Di nav helbestan de şer, rewşa buhranên cîhanî û her wiha êş, tenêtî û wendakirina kesekî nêz derbas dibûn. Mînak di helbesta Mykhailo ya bi navê “Sal bi dawî hat” de wiha tê gotin: “Ez ê îsal bêriyê nekim. / Ez ê tenê bêriya hin kesan bikim / Kesên ku îsal ji min hatin dizîn. / Hatin dîl girtin û revandin / Ber bi tarîtiya sîngeka bêruh ve.”
Em spasiya helbestvanên xwe ji bo parvekirina nivîsan dikin û hêvî dikin ku sala 2024’an ji bo wan xweş derbas bibe.