Xwendina yekem ya ku ji aliyê PENa Berlînê ve hat organîzekirin di dawiya meha Mijdarê de pêk hat – di bin sernavê "Your Voice Matters" (Dengê Te Girîng e) me gel vexwend navenda çanda ciwanan ya Pumpe ya li Berlîn-Tiergarten. PEN Berlîn ji meha Gulanê ve hevkarê me ye û bi me re rêzexebatên atolyeyan organîze dike, yên ku ji aliyê nivîskarên navdar yên zimanên Erebî, Kurdî, Farisî û Ukraynî tên birêvebirin.

 

“Tê tê bîra te çawa te carekê soz da min / ger ez di dibistanê de bi ser bikevim û kurekî baş bim / dê bavê min vegere û em ê biçin şahiyê? / Kurê min bibore, min nikaribû soza xwe bînim cih.” Wiha tê gotin di helbestek dilşewat ya Mykhailo Krasilnikovê 23-salî ji bajarê Mykolaiv ya Ukraynayê, ku wê êvarê yekem car bi nivîsên xwe derket ser dikê. Di xwendinê de beşdarên ji hemû atolye û komên ziman hatin cem hev û nivîsên xwe yên balkêş bi me re û bi hev re parve kirin. Ji bilî metnên Mykhailo, sêzdeh helbestvanên ciwan yên din jî helbestên xwe xwendin: Rahmetullah Berxwedan Andan, Nesîbe Gûneylî, Atto Abdulsalam, Leyla Akyildiz, Bahadîn Akhan, Jaklin Shilbaya, Mariia Kaziun, Dmytro Krasilnikov, Nadiia Kulish, Razia Karimi, Tayebah Joya, Sarina Mohammadi, Shahzamir Hataki.

 

Nivîskar û endama rêveberiya PEN'ê Sophie Sumburane pêşengiya çalakiyê kir û nivîskar û werger Zoê Beck nivîsên helbestvanên me bi Elmanî pêşkêş kir. Şev bi axaftina du rêveberên atolyeyên PEN'ê Meral Şîmşek (Kurd) û Irina Bondas (Ukraynî) dest pê kir. Sozdar Jafarzadeh ji zimanê Kurdî û Elmanî wergerand. Di axaftinê de li ser xwe-motîvasyona nivîskaran û dîtina wan li ser atolyeyan, dînamîka  di navbera beşdaran de û herî dawî jî nivîs bi xwe hatin nîqaşkirin.

 

Em ji bo atmosfera îlhambexş û danûstendina xweş spas dikin. Li gor şîara êvarê, em kêfxweş in ku me karibû ewqas helbestvanên ciwan bînin ser dikê. Em spasiya hemû xwendevanan û Birgit Schmitz ya PEN a Berlînê dikin ji bo ramana sereke.

Ji tevahiya temaşevanan çepikan.
Ji tevahiya temaşevanan çepikan.
Wêne: © Haghish
Wergêr Sozdar Jafarzadeh bi nivîskarên PEN’ê Meral Şîmşek, Irina Bondas û Sophie Sumburane re.
Wergêr Sozdar Jafarzadeh bi nivîskarên PEN’ê Meral Şîmşek, Irina Bondas û Sophie Sumburane re.
Wêne: © Haghish