Ukraniya | Mariia Kaziun | 2024 Binê Avê Dem. Cih. Dem. Şev. Xal.Der.Rekêşa rûber. Rûberê avê.Henase hilde. Ez diçim. Kolan. U-bahn. Zanko.
Ukraniya | İvan Miletich | 2024 Ji Sermilan Hatiye Jêbirin Dema ez neh salî bûm, me koç kir wî bajarê ku salên 90î mirov diperitandin, xizanî dikete gewriya mirovan, masîyên mirî li ser avê diketin. Tav û babîloskên deryayê dikenîn, wêranên benderan û keştiyên zengarî bêhna bêhêvîtiyê bi xwe re dihanîn.
Ukraniya | Mykhailo Krasilnikov | 2024 Hevala Biyanî Silav, va dîsa ji me zehmet tê, ku bidin destpêkirin vê diyalogê. Hevdu nasîya me ji dûr ve ye, û nexwe ev jî dawîya wê ye.
Ukraniya | Natalia Serebrjakowa | 2024 Mûzek Li ser nava masê mûzek di taseke sipî de disekine. Zer-qehweyî, hema bibêje ber bi xerabûnê ve diçe. Ne mezin, ne piçûk, mûzeke ji rêzê, kokek li wê.
Ukraniya | Anastasia Dunaieva | 2024 Ez? Çehlek Ez? Çehlek li baxçeyê kalikê xwe, tê de belgên zîwa hatine darotin pevre, pergî min tê, mîza pişika aliyê hanê, û miremirra keçika piçûk.
Ukraniya | Anastasia Dunaieva | 2024 Ziman Nakokîyek Vê roja gewr di treneke heremî ya ji Berlînê diçê Nurnbergê de rûnîştî me ku biçim serdana hevalên xwe. Li Ukranyayê, me hevdu heftê çend caran didît lê li vê derê şeş mehan carekî em hevdu dibînin.
Ukraniya | Nadiia Kulish | 2024 Mîna Çawa Ku Mal Be Xanîyekî çarqat î almanan. Li Berlîn-Charlottenburgê xanîyekî ji dewra Wilhelm maye. Li qatê duyem, daîreyeke du odeyî ya bê asansor. Me hîç zehmetiyek nekişand dema me mala xwe koçî vê derê kir ji ber ku tevahiya eşyayên me çend cot sol û hindek kinc bûn ku ew jî ew Berlînîyê em digel mabûn bi nazikî dabû me. Her weha wî pêşgîr û eşyayên mutfaqê jî dane me.
Ukraniya | Iryna Omelyanchuk | 2023 Sê peyv Saet 04:50 sibehê agahî ji Kîevê hat. Hevalê hevjînê min yê herî baş. Em naxwazin rahêjin telefonê. Telefon bi berdewamî lê dide.
Ukraniya | Nadiia Kulish | 2024 Hevdengê de kokberdan Bi pêlên teqînê ya şerekî, Kaş berkaşî bajarekî biyanî bûm, ez darek im ku rih rîşalên min jî erdê hatin derxistin, niha hêdî hêdî genî dibin di guldankekê de.
Ukraniya | Mariia Kaziun | 2024 Deutsche Bahn Va em li vir in. Libendêman, rêketin, dem. Ji Warşawê heya vê derê. Rawestgeha Navendî ya Berlînê. Xanîyên geş, asoyeke ronahî, ku wê hema bi lezgînî cihê xwe bide serêşê.
Ukraniya | Tetiana Hurba | 2023 Anaforek ji bo welat Her şev dema ku li malê me, ez her ber bi te ve dimeşim. Her şev ez li malê me û li welatê xwe digerim.
Ukraniya | Natalîa Kalova | 2023 Ji kurê min re Daniel, niha dixwazim ji te ra bibêjim ka çima em hatine vê derê, Berlînê. 23'ê Sibatê bû. Wê demê, saet 10ê êvarê bû, agahiyên pêşîn gihiştin destê me, ku rewşeke xeternak li pêşiya me ye.
Ukraniya | Daria Py | 2023 Nûçe Rûye dayika min tê bîra min Berê wê li dîmenî ye, ew li ser hişê xwe ye. Devê wê vekirî maye, birûyê wê yê xaromaro Dirêjtir dibin Û qermûçkên rûyê wê Giraniya xwe didin ser çavê wê.
Ukraniya | Mariia Kaziun | 2023 Du cureyên evînê Tu dizanî evîn çi ye? Na, ne Koçhannya, evîn xwîna sor a di navbera mirovan de ye, Dilê ku pê nikarim û bedena ku bi lez û bez diçe Deçe ba wî yê ku ronahîya te ye.
Ukraniya | Nadiia Kulish | 2023 Çep an rast Rawestgeha trênê, zarok, şorbeya belaş, pêlîstokên zarokan, axaftinên di bilindgoyê de, mirovên bi êlekên zer.
Ukraniya | Nadiia Kulish | 2023 Ji bo şer nehatine dinê Mantoya dayikê, ji dilnizmî û xurtiye çêbûye, ew wê li xwe dike, kurê wê niha di bin axê de ye.
Ukraniya | Mykhailo Krasilnikov | 2023 Muzîka êvarê ji bo Bavî Zarok bi dengekî nizm dibêje: Em îro di polê da fêrî Alboradeyê bûn, cureyekî strana evînê. Dayik dibêje : " Ez kêfxweş im, berxê min, qasekî rûnê û bisekine, ez tiştan kom bikim.
Ukraniya | Mykhailo Krasilnikov | 2023 Ma tu dixwazî Tu dixwazî bi min re biçî kafeyê? Tu dixwazî navê min bizanî? Tu dixwazî qûyekê li golê bibînî?
Ukraniya | Dmytro Krasilnikov | 2023 Çi xweş bûya Çi xweş bibûya mirov bi hemû sînga xwe nefes bikişanda Jiyîna bêxem, dê çi xweş bûya, mirov dê çawa hezbikira, dê çi xweş bûya dê çi xweş bûya heger wisa bûya …
Ukraniya | Dmytro Krasilnikov | 2023 Şer biryar dide Ez di nav bajêr de dimeşim, her der nas û aşna tê. Ez şîretan li mêvanekî dikim, Mêvanekî ku reng li rûyê wî nemaye.
Ukraniya | Anastasia Dunaieva | 2023 Nepêkanbûna jixwerazîbûnê destdayîna xaçên nexşkirî Wekî bîrxistineke aîdbûnê ye. Hesreteka min a mezin heye Her hesreta ketina kûrahiyekê.
Ukraniya | Anastasia Dunaieva | 2023 Rojek beriya şer Ez nikarim bawer bikim, lê dîsa jî dizanim: "Ev dawî ye." Ez ber bi wê ve diçim.
Ukraniya | Nadiia Kulish | 2023 Mîrateya bîranînên min Di mîrateya bîranînên min de navê te li herî jor e. Min mandalîn û nane ziwa kirin û xeta dawî kişand. Bêhna te li ser min bû, heta ku bi baranê hate şûştin.